Siyasata min

Destpêk

Hun ê  li  roja 14  Cotmehê(Oktober)   Parlemana   nû a  Eyaleta Bayernê  hilbijêrin. Ez namzeta  we  a Partîya Keskan ji bo Parlemana    Eyaleta Bayernê   li dijî  dabeşkirinê, navtêdan, xiroşmekirin û  tirsandinê   berendam im.  Ez ji bo ku herkes bi rengê xwe ve cîyê xwe tê da bibine,   ji bo civatek rengî im. Ji bo vê yekê jî  ez di hilbijatinê de  daxwaza  dengên we dikim.

  • Ez li dijî ciyawazîkirin, tûnd û tijî û nijadperestîyê  dixwazim bi rêya avakirina  sazîyên dewletê,  demokratîyê  hêzbikim.
  • Ez dixwazim, ku ew kesên wekî penaber hatine Almanyayê bikim xwedanê  pîşe, ne ku bi  darê zorê şunda bişînin.
  • Ez dixwazim bi rêya  Baxçeyên Zarokan û sazîyên din,  piştgirîya  malbatan û  ew kesên ku bi tene  zarokan xwe perwerde dikin, bikim.
  • Ez ji bo  avakirina  xanîyên Erzan im.   Ji bo vê yekê jî  pêwîste  xanîyên  civakî bên avakirin. Lihevhatinên Kirêyan ji bo xanîyên civakî  ji bo demeke dirêj û kooperatîfên xanîyan  jî hêz bin.

Helwesta Min

Ez wekî perwerdekar û hêvojkar sedemên  vederkirina civakî  û hejarîyê baş dizanim. Dîsan ez dizanim, ku  bi kîjan amrazan li dijî vê yekê têbikoşin û  çawa alîkarîya wan bikin.

Ez wekî zaroka  karkerekî  baş dizanim ji bo entegrasyona baş,   perwerde çiqas  giringe.

Ez wekî endama  Encumena  Bajêrvanîya Munîxê, ji bo ku perwerde ji bo herkesî be, alîgirê  sîyaseta civakî me. Herkes şansekî/bextekî heq dike. Ji bo ku, herkes şansê xwe destbixe, têdikoşim.

Hinek xalên giring di jiyana min a şexsî de

  • Wê dema ez 7 salî bûm wekî zaroka Karkerekî hatim Almanyayê
  • Min berê wekî Alman dibêjin li Hauptschulê xwend û  bi rêya duyemîn a perwerdeyê  Fachhochschulreifê destxist.
  • Berê Perwerdeya pîşeyî û paşê jî çûm Zankoyê beşê Perwerdeya civakî xwend..
  • Li ba AWO(Arbeiterwohlfahrt) karê rawêjkarîya civakî kir.
  • Min keça xwe bi tenê mezin kir, ezmûna  patchworkê   nas kir û li ser wê şareza bûm.
  • Ez niha  dapîrek  bi rûmet û bextewar û xwedanê nevîyeka hêja me
  • Ez gerrîna li ser çîyan, xwarin çîkirin û xwarin li gel dost û hevalan û bi dengê bilind kenînê hez dikim.
  • Ev 10 sal in endama Encumena Şarevanîya Munîxê me..  Heta berendambûna  Parlamena  Eyaleta Bayernê jî  seroka  fraksiyona  Partîya Keskan a şarevanîyê bûm.

Hinek  ji Karên  min   wekî endama  Encumena  Şarevanîya Munîxê

  • Xebat ji bo xanîyên erzan  ji bo herkesî
  • Avakirina “Wûstenrose”  ji bo parastina jin û keçên, ku  li jêr êrîşên  zewaca bi darê zorê û  PGM(sûneta jinan)da ne.
  • Serkeşîkirina avakirina  Xala Têkîlîyan li Dijî Nijadperest û Rastrewan li Munîxê
  • Li darxistina cîyekî taybet ji  bo ew malbatên ku  karên rojane dikin.

Fermîkirina  Cejna Newrozê  ji alîyê  Encumena Şarevanîya Munîxê. Ev 8 salin şarevanîya munî

(K)